 |
HARBİ SOHBET EYLENCE FİLM DİZİ VE BİLGİ DÜNYASI sohbet eğlence ve bilgi forumu film izle indirmeden izle oyun oyna 
|
| Önceki başlık :: Sonraki başlık |
| Yazar |
Mesaj |
BARAN Admin


Kayıt: 01 Mar 2008 Mesajlar: 2733
|
Tarih: 22,08,2008, 19:52:32 Mesaj konusu: Rinda min - kürtçe şiir |
|
|
Rindê ev çi evîn e ?
Çi bikim nikarim xilas bibim
Ji xewna evîna te
Dilê min hate guvaştin di destê te de
Çavê te min bêhiş dikin
Porê te yî hinekirî, min girê didin
Nêrînê te min dîl digirin
Xweşikahiya te min ciwan dike
Rinda min, were êdî
Li benda te me
Hêviya min di dilê min de ma
Min hêviyên xwe di dilê xwe de veşartin
Hêviyên min di dilê min de kal bûn
Bûn hezar salî
Bi xeyal û armancên xwe
Bi tenêtî û belangaziya xwe
Bi evîna xwe ya ji dil û can
Li hêviya te me...
_________________ ^^__**?mZaM YoQtUr ßaRnAk ßaSsAm oLuRmU**__^^...BaRaN |
|
| Başa dön |
|
 |
BARAN Admin


Kayıt: 01 Mar 2008 Mesajlar: 2733
|
Tarih: 22,08,2008, 20:10:41 Mesaj konusu: kürtçe şiirler |
|
|
Sorgula Min
ez
di xitimandina peyvên xwe
ên sist û pist de
eşqa xwe diyarî
dilê te yê berketî dikim
ji çarguliyên porê te yê xumrî
bêhna gulên biharê tê
bi bayekî xerîb re
li hinava canê min belav dibe
di agirê şeweta awirên te de
xwe dibînim
tu
bûyî bîranîneke
ji tîrêja heyva çardeh şevê
di giyana min ê newêrek de
li ber pencera hilmgirtî
evîndar û bendewarê te me
xulamê koşka dilê te me
di xemkêşiya helbesta
gora dilê te de
binax dibim
tu
heyîna min a jîndar î
çavkaniya helbesta
li ser lêvên pênûsa min î
xweşbêhna gula baxçeya min î
min
girnijîna li ser lêvên te
di nasnameya gerdena xwe de
kola
henasa qefesa te ya germ
di kefa mista xwe de vedişêrim
min
riya xwe
di pisûlaya sewdaya te de
winda kir
berê xwe da oxira felekê
ez
mişextê melûliya çavên te me
mehkûmê zîndanên xemzeya te me
li dadgeha bejna te ya zirav
têm darizandin
di bijang û ebrûyên te de
dilbirîndar im
were bi zimanê xwe ên hingivî
birîna kezeba min bikewîne
berxa min
yara min
sorgula min
Xîzan Şîlan
_________________ ^^__**?mZaM YoQtUr ßaRnAk ßaSsAm oLuRmU**__^^...BaRaN |
|
| Başa dön |
|
 |
BARAN Admin


Kayıt: 01 Mar 2008 Mesajlar: 2733
|
Tarih: 22,08,2008, 20:11:31 Mesaj konusu: kurtçe şiirler |
|
|
Were
te
bi fermana
ba û *****an
ez dame nasandin
beybûnên giyan
li mêrgên dil
çilmisandin
ji baskên hechecikan
xwîna penaberiyê
dipijiqe rûyê çarenûsa min
kolan digirîn
kevir diqîrin
were
di kefa mistê de
gora îxanetê
bikole
ji birîna zarokên me
bêhna şeweta barûtê tê
li goristanan
kulîlkên demsalî şîn girtine
were
agirê dojeha kolanan
vemirîne
jîn
di tora jiyana bêbextiyê de
dipirpite
bi kilîta dîlitiyê
deriyê hêviyên min girtin
tirsa xewnê
bedena min radipêçe
nifiran
li tenêtiya şevên xwe
dikim
bi rojê
li goristana biyaniyê
termekî mirî me
di bêçaretiya gewdê xwe de
têm guvaştin
ji henasa min
mij û dûman difûre
bîranînên zarokatiya xwe
di paşila çiyan de
vedişêrim
feryad û axînan
di aso de
dibînim
ji gewriya xwe
hevokên xwînê
vedirişim
li baxê dil
demsal û sersal qurmiçîn
te
tevna tenêtiya şev û rojan
li eniya min hunand
were
min
bi hêviyên xwe efsûn bike
birîna movikên pişta min
bi werîsê keskesor bipêçe
stêra şadiyê
diyarî pîroziya dil bike
stûxwariya
simbilê zeviya dilê min
bi barana giyanê xwe
avde
were
bi rondikên çavên xwe
êşa qolincên jiyana min
mizde
li beyanan
bi dengê çivîkan re
xem û xeyalên min
birevîne
were
_________________ ^^__**?mZaM YoQtUr ßaRnAk ßaSsAm oLuRmU**__^^...BaRaN |
|
| Başa dön |
|
 |
BARAN Admin


Kayıt: 01 Mar 2008 Mesajlar: 2733
|
Tarih: 22,08,2008, 20:12:08 Mesaj konusu: |
|
|
Gewra Min
bi mijgulên xwe
xwêdana eniya min
vemalî ne
hestên min
di bêdengiya xwe de
koçber in
li şevereşan
rondikên xeman
diniqutin
hembêza bêxewiya min
xêrnexwezan
ax û nalîn
li qolinca xewnan
siwar kirin
dilop dilop keda min
mijandin
axa bedenê diheje!!
li germa havînan
ciwanî dîl girtin
min
êş û tirsa dilê xwe
kedî kir
li biharan
gula Gulpik çilmisandin
li berbangan
çûkên beytik
hevparên sirên êşa min in
carnan
peşkên barana sibê
ji rûyê min xemgîniyê
difirîne
bêhna yasemînan
li giyana min direşîne
carnan
ewrên tarî xwe dispêrin
ber deriyê qefesê
bêhn li min diçike
peyv nîvco dimînin
hevok diqurmiçin
helbest
di gewriya pênûsê de
difetise
pênûs jî
di êşa helbestê de
dilerize
çavbirçî û binaran
kîn û nefret
di dûmana cixara min de
meyandin
sebir bû gule di devê lûlê de
rojan
ez mişextî tenêtiya şevê
kirim
çingîna bayê reş
di guhên min de dinale
giyana min
bi lapûşkên hovan
tê naperûçkirin
ez
kaptanê keştiya deryaya
ramanên bêbinî me
li nav çar dîwaran
bi neynokên dilê xwe
hêviyan dikolim
gewra min
ji lehiya bedewiya awirên xwe
qurtek av bide
lêvên min ên ziwa
_________________ ^^__**?mZaM YoQtUr ßaRnAk ßaSsAm oLuRmU**__^^...BaRaN |
|
| Başa dön |
|
 |
BARAN Admin


Kayıt: 01 Mar 2008 Mesajlar: 2733
|
Tarih: 22,08,2008, 20:12:58 Mesaj konusu: |
|
|
Tenetiya şevên Min
di hembêza şevên tarî de
li bêdengiya şevên xwe
dîsa rûniştim
bi tena serê xwe
ketime nav xem û xeyalan
nav kûrahiya
ramanên xwe
kûr û kûr
diponijim
xilmaş bûn çavên min
westiya mêjiyê min
xemgîn û dilşikestî me
rûyê min reng avêtiye
mîna guleke zer û çilmisî
dikim qêrîn û hawar dîsa
di bêdengiya şevên xwe de
li tenetiya şevan
bi tenetiya xwe re
carnan
coş dibe
agirê sewdaya dilê min
haş dibe
mindalê nava hundirê min
reş dibe
birîna kulên min
geş dibe
şewata cîgera min
û li ber pozê min
dûmana cixarê
di valahiyek
tenha de me
li ezmanan
çiqes xweşik
wiçe-wiça çivîkan
Heyv dibiriqî
Stêrk diçirisin
û direqisin
li dora min
di bêdengiya şevên min de
li tenetiya şevan
bi tenetiya min re
li aliyê din
li ser miriyan dilorin
hêstir dibarin ji çavan
dengê hawarê
dihat guhê min
weke hawara strana
Egîdekî mêrxas û gernas
dil bikeder û xemgîn dibim
azar û êş û tirseke bixof
di dilê min re girti ye
di bêdengiya şevên min de
li tenetiya şevan
bi tenetiya min re
ez tî me
dibim av
ji bo lêvên ziwa bûyî
ez birçî me
dibim nan
ji bo zikên birçî
ez sêwî me
dibim bav û dayik
ji bo zarokên bêkes
perîşan û belengaz im
ma yên têr çi fam bikin
ji halê min?
ez diqefilim
dibim agirekî germ
ji bo mirovên ku
ji sermayê diricifin
ez tarî me
dibim şewq
çirayek diçirisî
ji bo şevereşên kor
di bêdengiya şevên xwe de
li tenetiya şevan
bi tenetiya xwe re
dîsa gurpînek dihat
ji nava dilê min
mîna kaniyan
coş dibim
geş dibim
dixuşim û diherikim
min sînor nema dinasî
di gelek astengiyan re
derbas dibim
Tembûr û stran
helbestên min
bi xwe dihesiyan
şîyar dibin
di bêdengiya şevên min de
kilameke evîna azadiye
dest pê dikir
ew strana
çîyayên min e
bûk û zava
bêriya Welat
hesreta ziman
ew strana rastiya
dîroka Kurdîstana min e
min axîn dikişand
di bêdengiya şevên xwe de
li tenetiya şevan
bi tenetiya xwe re
Ey heyv!
û stêrkên ezmanan!
dixwazim ronî bikim
rûpelên dîrokê
yên tarî û veşartî
bi saya şewqa we
finda min
bi coş vêdiket
diçirisî
ronahî dida
çaraliyên min
li ber min kaxiz
di destê min de pênûs
dîsa ketime nav
deryaya xem û xeyalan
dinivîsim
ji feleka xayîn re
di bêdengiya şevên xwe de
li tenetiya şevan
bi tenetiya xwe re
bêhn tengî heye
di giyana min de
dil û kezeb
li min peritandine
ji pişta min nabin
bi min re
dimeşin
min dixwest def bikim
tune bikim
lê nediçûn
gelo ev qedera min e?
rastî û duristiya min e?
min
xirabî çi ye
bextewarî çi ye
nedizanî
gelo
wateya jiyanê çi ye?
hê min
tamek ji jiyanê negirtiye
ez ê koç bikim biçim
ji vê cîhana derewîn
çavên dilê min
tijî dibin
kelegirî me
lê nikarim
bigirîm
ev rondikên çavên min
bi kuderê de çûn?
kenekî biyanî
li ser lêvên min
ev ken û girîna min
a bi kurdî
bi ku de firîn?
dipêyivim
bi piste pist
bi xwe re
dikevim nav hewldanan
bi dilê xwe re
bi canêş
hêrs
tirs
hêvî
û heyecan
bi hest û kovanan re
dijiyam ez
di bêdengiya şevên xwe de
li tenetiya şevan
bi tenetiya xwe re
dilo
“ew keçikên bejinzirav
û pordirêj,
xezal û bedew û delal
dê govend û dîlanê bikşînin
û bireqisin û kilamên
şahiyê bilorînin bi hev re
di bin germahiya tava Rojê de..”
ax ax xirabno!
ne rojên min!
we şevên min jî
li min nebexşandin
xewa min a şîrîn
li min revandin
di hizûr û rehetiyê de
min bihêlin
di nav xirabiya we de
diperpitim
di kûrahiya dilê xwe de
rêwitiyê dikim
erdema
di dilê min de
veşartî
bibînim
pê bigrim
derxim asta herî bilind
belê
bi erdem û dil pak
mîna çîvîk û çiyan azad
mîna pêlên deryaye bi coş
mîna çîçekan bêhnxweş
mîna feriştan
cansivik, diltenik
giyanpaqij dibim ez
di bêdengiya şevên xwe de
li tenetiya şevan
bi tenetiya xwe re
_________________ ^^__**?mZaM YoQtUr ßaRnAk ßaSsAm oLuRmU**__^^...BaRaN |
|
| Başa dön |
|
 |
asinim moderator


Kayıt: 07 Eyl 2008 Mesajlar: 213 Konum: cokmu merak ettin?
|
Tarih: 13,09,2008, 17:31:25 Mesaj konusu: |
|
|
sözlerini anlamadigim halde bir cok kitasini okudum, anlamli olmalilar.
kurtce bilmiyorum ama arkadaslarimdan ogrendigim bir kac kelime disinda elbette. onlarda bana ii kelime deyip ogrettiler ama bikaci keci gibi kelimeler cikmisti
emegine saglik gzl paylasim, genelde ilk defa okudugumdan ilgimi cekti.anlayanlar icin bir baska gzldir manasi. _________________
 |
|
| Başa dön |
|
 |
BARAN Admin


Kayıt: 01 Mar 2008 Mesajlar: 2733
|
Tarih: 13,09,2008, 21:08:32 Mesaj konusu: |
|
|
evet öyledir...
vay 3 kağıtçılar vay onları yakalasam kamyon çarpmıştan beter yapardım ya neyse
bidaha bi kelime öğretiklerinde ne anlama geldiğini forumumuzdaki yararlı ve genel bilgiler başlığındaki kürtçe sözluk ve ona benzer başlıklardan kontrol edebilirsin + istersen onlara inat orda kürtçede öğrenebilirsin  yorumun içinde tşkurler _________________ ^^__**?mZaM YoQtUr ßaRnAk ßaSsAm oLuRmU**__^^...BaRaN |
|
| Başa dön |
|
 |
|
|
Bu forumda yeni başlıklar açamazsınız Bu forumdaki başlıklara cevap veremezsiniz Bu forumdaki mesajlarınızı değiştiremezsiniz Bu forumdaki mesajlarınızı silemezsiniz Bu forumdaki anketlerde oy kullanamazsınız
|
Powered by phpBB © 2001, 2005 phpBB Group Türkçe Çeviri: phpBB Turkey & Erdem Çorapçıoğlu
|