HARBİ SOHBET EYLENCE FİLM DİZİ VE BİLGİ DÜNYASI Forum Ana Sayfa HARBİ SOHBET EYLENCE FİLM DİZİ VE BİLGİ DÜNYASI
sohbet eğlence ve bilgi forumu film izle indirmeden izle oyun oyna
 
 SSSSSS   AramaArama   Üye ListesiÜye Listesi   Kullanıcı GruplarıKullanıcı Grupları   KayıtKayıt 
 ProfilProfil   Özel mesajlarınızı kontrol etmek için giriş yapınÖzel mesajlarınızı kontrol etmek için giriş yapın   GirişGiriş 

Kawa toya dıla şarkı sözleri

 
Yeni başlık gönder   Başlığa cevap gönder    HARBİ SOHBET EYLENCE FİLM DİZİ VE BİLGİ DÜNYASI Forum Ana Sayfa -> kürtçe şarkı sözleri
Önceki başlık :: Sonraki başlık  
Yazar Mesaj
harbi
forumun en başarılı uyesi
forumun en başarılı uyesi


Kayıt: 24 May 2008
Mesajlar: 897

MesajTarih: 25,07,2008, 20:08:21    Mesaj konusu: Kawa toya dıla şarkı sözleri Alıntıyla Cevap Gönder

kawa Taya dıla


Rindê
Lele gewre, le le le yare
Wek berfîna li dem buhare
De tu vvere li min vegere
Bedewe kubare
Le le rinde, Le le rinde, Le le rinde, rindika min
Hey rûkene, le xwesike, wey delalye yara min

Bisk bada ne çav kil kirin
Kilekî ji kile subhanî
Li min nerî hûr hûr kenî
Hise min deranî

Geh dikeni, geh digirî
Tu wekî hîva bin ewrî
Bes e bilîz bi dile min
Carek bineri
Gotin û Muzîk: KAWA






Kanî Kanî
Meke meke dîna min meke
Meke meke meke rinda min meke
Kotiye mere xwe bi qûrbana xwe ke
Bave xwe ye gavvir temîn ke
Bila rinda min be qedre te neke

Kanî kanî kanî dîna min kanî
Kanî kanî kanî rinda min kanî
anî soza ku da min kanî
Xere nebînî tu ji wî canî
Emre ku çû nîve li goristanî

Bende dile min tevî diqetî
Tu ji ber çave min daketî
Ma te hembez bike mere kotî
Çawa te dane le vî weletî
Rinda min te dane mere kotî
Gotin û Muzîk: Gelerî
Herêm: Anadola Navîn
Berhevkar: Dengbêj Silo





Welatê me
Va bihar te ser ware me
Kefxwesî, sahî û mizgîn
Azad dibe welate me
Ew *********a rengin

Tu pir xwesî wek dayîkan
Me bilorîne welat
Xewne hemû sevan tuyî
Denge dile me welat

Sox û seng e, bi nav û deng e
Xemrevîn e xemla te
Ba û baran tev derman in
Weke aven kaniyen te

Çem û kanî, gul, sosin, rihan
Bedew e dest û zozan
Sewq û semal xwesik delal
Welate min *********
Gotin û muzîk: KAWA







Hêviya me
Rabû ji axa pîroz serî bilind kir
Nîsana azadiye me ji xwe re dîye
Xelatek ji rebe jor ji me re hatiye
Baweriya me pe heye, me je bi nevî ye

Hevi, hevi, hevi, hevi
Hevîya me bi te
Hevî û baweriyen mezin dibarin ji çaven te
Tu roj î Zîlan sterk in, civiyan li dora te
Nura welate me heviya me bi te

Tu peyva li ser levan, kaniya dilan
Herikî nava axe, reng dide gulan
Ji birîne me re tu yî Hekîme Loqman
Ev strana min ji bo te ey Roj a Kurdan
Gotin û Muzîk: KAWA




Newroz
Newroz cejn û dîlan e
Roja cerg û milan e
I id û esman dikene
Newroz behna gulan e

Newroze,
Newroz sed silav ne carek
Hele cejna berxwedan
Pîroz û bimbarek
Hele Newroz, hele Newroz
Sed silav ne carek
Hele cejna serhildane
Pîroz û bimbarek

Newroz roj e bidin dû
Pîroz kin ve roja nû
Vexin agire pîroz
Newroz ji bo me bû doz

Agire Newroz gur kin
Dîlana xwe mezin kin
Gazi keç û xorta kin
Roja nû pîroz bikin
Gotin û Muzîk: Kawa


Hozanê Dil
Pistî çend salan min te dît
Ne xewn bû, min bi çave xwe dît
Pir sa bûm bi dîtina te
Helbesta bi denge nave te

Helbesta jîne nivîsand bi xwîne
Bilbile gulan ji derya evîne
Pirtûka dilan nivîsand bi xwîne
Hemze sehîd bû baze Merdine

Cave xwe veke hozane dila
Bi ciwnnî ket reza nemira
Can bi gorî oxir be ji te ra
Awaza salûl, bilbila

Dema xatir xwest û diçû
Sirin û rûsemal, ronahiya li rû
Ji me dûr ket, qet naye çû
Helbesta jîne, hozane dil tu
Gotin û Muzîk: Kawa




Bilbil
Were bilbil were bilbil ji min re beje
cima tu melul î
Li ser dare mayî tene tu be heval î
Ez nizanim kul û xemen te çi ne, cima tu dinalî
Were bilbil ji min re beje Erdal û Serdar, Piling û Bemvedan kane

Were ba min ji te re bejim derde xwe
Birîndar im, birîndar im birîndare hevale xwe
Sev û roja bi hesreta wan dinalim,
Ji ber wî ye, ji ber wî ye ku ez xembar û behal im bilbil
Were bilbil ji min re beje derde Erdal û Serdar, kesera Piling û Berxwedan
Gotin û Muzîk: Kawa




Qederê
Evîn bi çava naye dîtin, wey dîlbera min
Qudum sikestî, çav westiya wey delala min
Hey can disewite, kûr dinale, te tîne bîra min
Bexte te me gazina neke ji res qedera min

Ez dipirsim ji dile rezîl, ax kane dîlber
Ew li min sewitandî, can, dil û ceger
Te ez kustim û helandim, ez bûme der bi der
Bexte te me naziya meke, xezala min de wer
Gotin û Muzîk: Kawa



Ez bê teme
Dema tu çûy muhîba min bi te re
Ew evîna melûlî, jan dide dil dihere
îidî ez ji wara çûm bebexte tu we re
Ew soza te da min, min je ne bawer e

Le delale le çi kir te kir
Bi ser min de bela vekir
Ez bûm koçere sere çîyan
Le bebexte te cima wa kir?

Tu qet ne bexwe yî, ez Mi tim be te me
Tu tim li ba xwe yî, le ez dûrî te me
Kef û sebra xwe yî, ez di Idare te me
Ew soza te da min, te digo yara te me

Çava li te digerinim, le ez te nabînim
Te ar berda cane min, ez venamirînim
Ne sev li min sev in, ne roj li min roj in
Hez û bedewiya te, ceger li min disojin
Gotin û Muzîk: Kawa


Heyranê
Ez û heyrana xwe çûne qirsika
Ez û delala xwe çûne qirsika
Li me derketin siware Badika
Ha ji me dixwestin her du keçika
Çûn ji me dixwestin her du keçika

Heyran, heyrane le, heyran heyrane
Heyran, heyrane le sed car qûrbane

Ez û heyrana xwe çûne guhniya
Ez û delala xwe çûne guhniya
Ha li me derketin, siware Dimiliya
Ha ji me dixwestin her du zeriya
Çûn ji me dixwestin her du zeriya

Ez heyraiu xwe çûne zozana
Ez û dela çûne zozana
Ha li me derketin siware Lunana
Ha ji me dixwestin her du delala
Çûn ji me dixwestin her du delala
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herem: Serhet
Berhevkar: KAWA





Evîna Mem
Hîn dibejî te bibînim
Te jiyan li min kir zindan
Te deriye dil li min dada
Te deriye evîne li min dada
Kefen bi min re bûye heval
Xem û kovan tev bûne yar
Gora tarî ez kirim mevan

Mebarîne hesire çavan
Dil li min bû behra xeman
Te da min serbeta dilan
Ji evîna meme alan

Ez li virim, dil bi te re
Kûda diçî dibî bi xwe re
Dikim nakim penikar im
Dil can, xwîn e ne kevir e

Kane delala min wa ye
Bûm hesîre van derda ye
Gunehe min çibû daye
Te ez anîm ve dinyaye
Gotin û Muzîk: KAWA





Lorî Lorî
Min bihîstiye bûye dewran
Du kevok ji ware min firiyan
Ji bîr nabin, çiqas zor e
Es û jan e, derd û kul e

Lorî lorî Erdal bira
Sorgul Xelat li baxe gula
Heya hebim bi ax û zar im
We dihebînim bi cerg û dila

Birîndar e birîndar e
Birîna bire min xedare
Li ware min qerîn, fîxan
Dayiken min res peça ne
Gotin û Muzîk: Kawa
Başa dön
Kullanıcının profilini görüntüle Özel mesaj gönder
Önceki mesajları göster:   
Yeni başlık gönder   Başlığa cevap gönder    HARBİ SOHBET EYLENCE FİLM DİZİ VE BİLGİ DÜNYASI Forum Ana Sayfa -> kürtçe şarkı sözleri Tüm zamanlar GMT +1 Saat
1. sayfa (Toplam 1 sayfa)

 
Geçiş Yap:  
Bu forumda yeni başlıklar açamazsınız
Bu forumdaki başlıklara cevap veremezsiniz
Bu forumdaki mesajlarınızı değiştiremezsiniz
Bu forumdaki mesajlarınızı silemezsiniz
Bu forumdaki anketlerde oy kullanamazsınız



Gratis Page Rank Service - Pagerank Anzeige ohne Toolbar yatus24.de - Pagerank Anzeige ohne Toolbar


Powered by phpBB © 2001, 2005 phpBB Group
Türkçe Çeviri: phpBB Turkey & Erdem Çorapçıoğlu

Abuse - Report Abuse
Powered by forumup.com forum gratis free, create open your free forum!
Created by Raulken of Hyarbor S.r.l.
TOS & Privacy.

Page generation time: 0.042