NATIRSIM !
Natirsim natirsim, ji bombê te natirsim.
Natirsim natirsim, ji topê te natirsim.
Paşayê te tirsonek hemî bûne virek.
Tirsonek tirsonek, tirsonekê mezin
Bibarîn bombeyê xwe êz raqîbê xwînxwar
Paşayê teyê tirsonek tev bûne dîn û har
Pir hêrsin çavên te lê kes natirse ji te
Qelewin virên te bi xwîne destên te
Xof ketiyê dilê te, xew nekev çevê te.
Tirsonek tirsonek, tirsonekê mezin
E te firokên te, ê me bazên me heye
E te bombên te, ê me dilên me heye
GOTIN U MUZÎK| Diyar
TEMBUR| Cetin Akdeniz
BILUR| Osman Aktaş
DAHOL| Turgut
KEMAN| Gündem
VOKAL| Songül Kahraman / Harun