Evîna Bextewar Tuneye
Êdî wext dereng e, ji bo hînbuna jînê
Bila dilê me biîskin, di þevreþê de
Ji bo bicuktirîn stranek, kambaxî divê
Ji bo her ricifa dil, axînek divê
Ji bo tingîneke gîtarê, îske îskek divê
Evîna bextewar tune ye
Evîn tene ye ku, ji janê nehatibe
Evîn tune ye ku, dil de birîn veneke
Evîn tune ye ku, ru neçilmisîne
Evin tune ye ku, ji girî nehatibe
U tevî te ji evîna welêt
Cana min, xezala min, birîna dilê min
Ez te di dil de disitirînim, mîna çukek e baskþikestî
Li me dinêrin u diçin, beyî ku tiþtekî zanibin
Dubare dikin li pey min, rîsîyê minên hûnandî
Ewên ku hazir in bimrin, ji bo çavên te yên reþbelek
Tu tiþtê mirov lê nayê, ne xwurtîya wî
Ne qelsîya wî û gava ku
Bi hêvî hembêza xwe vedike sîya wî ya xaçekî ye
Gava ku bi hêvî dilgeþîya xwe diqîre wê dieciqîne
Jîyana wî jê bîyanî û êþeke bênav e
Jîyana wî diþibe wan leþkerên bêçek
Ku ji bo qedere din xwe girê dane
Hiþyarbuna sibehê dê bi kêrî çîyê wan bê
Ewên ku êvarî çek ji dest tên girtin
Hêstirê xwe bigre ez bi gori û bêje
Evina bextewar tune ye
Xeydoka Bajêr
Xeydoka bajêr were
Agir diþewite di çavê min de
Min jîna xwe da te dest ne da
Di hemu hêvîyê xwe da têk çum
Lê çavên te jî nînin
Di hemu þerê xwe da têk çum
Lê destê te jî nînin
Þilfî tazîme, þerpezeme
Bes ne xem e, tu vegere
Xeydoka bajêr vegere
Hêsir difetisin di çavê min de
Min jîna xwe da te dest ne da
Keçikê Bimeþ
Keçikê bimeþ bimeþ
Xulama wan çavê reþ
Delalê bimeþ bimeþ
Xulama wî kenê xweþ
Ramusanekê bide min
Tê bêje min sehet xweþ
Min bang kir wê xweþkokê
Þêrînê þemamokê
Fîstanê wê dirêj e
Encax digihê ser çokê
Digihê ser kambokê
Encax digihê ser çokê
Ji wê de hatîye Heleb’ ê
Heta bigihê Qamîþlokê
Keçikê Bimeþ
Keçikê bimeþ bimeþ
Xulama wan çavê reþ
Delalê bimeþ bimeþ
Xulama wî kenê xweþ
Ramusanekê bide min
Tê bêje min sehet xweþ
Min bang kir wê xweþkokê
Þêrînê þemamokê
Fîstanê wê dirêj e
Encax digihê ser çokê
Digihê ser kambokê
Encax digihê ser çokê
Ji wê de hatîye Heleb’ ê
Heta bigihê Qamîþlokê
Siwaro Bajo
Bajo, siwaro bajo
Ku da dibe bila bibe
Sekin min dikuje
Li her qonaxê min gulek
Li her gulê min dilek
Li her dilê min kulek
An jî mirinek divê
Bajo, siwaro bajo
Ku da dibe bila bibe
Sekin min dikuje
Wergera hestan çawa bikim
Narîncokê mehîyan ji hêsiran
Evîn ketin bextê çîtikan
De bajo siwaro þev digirîn
De heeey siwaro
Di girîyê þevan de dinalim
Di nalîne de diqêrim
Di qêrînê da dil didim
Di dildayînê de dimrim
Bajo, siwaro bajo
Ku da dibe bila bibe
Sekin min dikuje
Delal
Ku dil dîlber be lê xwe dîlber kî ye
Eger dîlber dil be, lê navê dil çî ye
Ez dil û dîlber tev lî hev dibînim
Nizanim ku dil kî û dîlber kî ye
Delal herdu çavê min qesrên te ne
Nav herdu çavê min çîhê pîyên te ne
Ditirsim tu bi xafil gav biavêjî
Û bi mijangên min biêþin pîyên te
Kerîm Lawo Çeqilmast
Kerîm lawo çeqilmast
Min meyand û nebû mast
Kûçikê mexmer alast
Bû koçerekê bi rast
Kerîm lawo çeqilmast
Ez çûme Þam û Heleb
Anîn sê bizinê celeb
Yeke kor û yeke pîr
A dinê bizina tiþtîr
Bûm hemberê mala mîr
Kerîm lawo çeqilmast
Bajar
Te got ez dê herim welatekî din zeryayeke din
Helbet ji vîya çêtir wê bê dîtin bajarekî din
Qey qeder e wî
Dest diavêjim çi bi pêsîra min ve dizeliqe
Û tê bêjî qey meyîtekî veþarte ye dilê min
Li ev bajarê beyar, wê hê pir bimîne hiþê min
Ruyê xwe çawa diguhêrim li kuderê dinihêrim
Derdikevin pêþberî min xopanên reþ
yên jîyana min
Salên xwe malmîrat kirin
min bela sebeb kambax kir
Tu ê welaten din nebînî, wekî din zeryayan
tu ê nebînî
Û dev ji te bernade ev bajar, li eynî kuçeyan
tu ê bigerî. Li eynî taxan tu ê pîr bibî
Li eynî malan tu ê por sipî bikî
Cihê tu ê herî û lê vegerî ev bajar e
Yekî din hêvî neke
Tu keþtî, tu rê nînin ji te re
Li van quncikên biçûk
li van deran tu xwe malxerab bikî
Li hemû deverên cîhanê tu ê malxerab bimînî
Kul û Kulîlk
Ger ez ba bum a
Min ê porê te bialasta
Ger baran bum a
Min ê xwe li nav çavê te bixista
Îcar jî ji vê kulê nemrim
Ji bilî kulîlkan
Careke din hew hez dikim
Xezalên tî avê vedixwun
Ji golên çavên te
Çukên baskokirî
dilûsin li ser milên te
Meþka xwînê ye ev dilê te
Hevîrtirþê êvara ye kilê te
Îcar jî ji vê kulê nemrim
Ji bilî kulîlkan
Careke din hew hez dikim
Ditirsim Yar
Carna yarê
Navê mirov ji lê dibe bar
Li serî dibe bela
Navê mirov ji lê dibe bar
Hingê çuyîn divê çuyin ax
Ditirsim yar, ditirsim yar
Yar ez diherim yar
Bi xatirê te
Bi sitranan re bum heval
Ketim nav helbestan
Û digirîm jî gava tu têyî bîra min
Ditirsim yar, ditirsim yar
Yar ez diherim yar
Bi xatirê te
Bila canê
Jiyîn li min asê nebuya
Roj neçûya ava
Jiyîn li min asê nebuya
Kengê çûyîn divêm çuyîn ax
Ditirsim yar, ditirsim yar
Yar ez diherim yar
Bi xatirê te
Sinem
Lê sînemê
Çav mizgînê
Fistan þînê
Bejn þêrinê
Sînêm, sînêm sînemê
Sînema min
Barê dila
Dam ser mila
Sînem tu yî
Rewþa gula
Sînêm, sînêm sînemê
Sînema min
Jê re vekir
Derd û kula
Got e lawo
Nakim dilan
Sînêm, sînêm sînemê
Sînemê
Balada Girtîgeha Reading ê
Baþ guh bidin van gotinên min
Her kes dikare bikuje hezkiriya xwe
Hinek dikujin bi awirekî
Hinek bi gotinên qeþmerî
Yên tirsonek bi maçekê
Yên leheng dikujin bi derbên þûran.
Hinek dikujin bi ciwanî
Hinek dikujin bi extiyarî
Hinek jî bi destên þehwî
Hinek jî bi destên zêrîn
Yê dilovan bi kêrê dikuje.
Ji ber ku zû sar dibe kuþtiyên bi kêrê.
Gulevîn
Keça çeleng ji rengê kurdî
Min ew hez kir bi hestên fedî
Wek xeyalek bû min têr nedît
Ew ji min dûr ma û xeyal vemirîn
Bi çûyîna te esman xemgîn
Av bê deng ma, dar stûxwar,
û tî
Navê te evîn e
Dilê min bi xwîn e
Ez mam perîþan
Gulevînê
Li pey geriyam wext xayîn bû
Ez ne giham bext xayîn bû
Ji xwe demsal jî payîz bû
Baranên dil, reþ dibariyan
Bi çûyîna te stran xeyîdîn
Zarok bê lîstik, ar bê tîn ma,
sar e
Wax Wax
Destê te digirim destên sar in
Peyvên lêvên te dijwar in
Ku ev be tahma evîna te
Ez ne bextewar im
Wax wax
Digerim li warê vê jîne
Çima nabînim bextewaran
Ku ev be tahma vê jînê
Ez bê cî û war im
Wax wax
Emir derbas dikin salan
Li nav hiþên bê biryarî
(Li nav hiþên bê kiryarî)
Ku vegotin qebehet be
Qey ez pir dîn û har im
Can Were
Tu were, can were
an jî
ez werim.
Çi qas giriyam, çav riziyan
Çi qas êþiyam, dil riziya
Çi qas geriyam, ling riziyan
Li nav dengên sextekarî
Tu were, can were
an jî
ez werim
Ew çavên te yên rengê av in
Ku ne vexwum ez nikarim
Ew kenê te yên ji dil hatî
Ku ne bihîzim ez nikarim
Tu were, can were
an jî
ez werim
Meþîn
tu aciz bibî ji sî û staran
biterikîne dilînên hejar
biqetîne hêlekanên nava xwe,
negirî
hêsirên xwe bike diyarî
û bikeve riyên bêdawî
li bendî te ne
çîrokên nîvcomayî
li bendî te ne
deþt û çiyayên xalî
tu bixeyîdî ji derewên bê wext
evîna xwe bi baranê biþo
û li ber dilê xwe veþêre,
negirî
xewariya xwe bike diyarî
û bikeve rê bibe azadî
Yara Winda
Þev buhurî þiyar im
Tu miþt li bîra min î
Li ku derê bi kê re bî
Ez jî li wê dera me
Yarê yarê yara wenda
Ez masiyekî serxweþ
di zerya te de
Ji reþiya çavên te
Tu rengan ez nabînim
Di þikeftên dil de man
Êþên bê wext û zeman
Evîndar
Êvaran li kolanan ez te dibînim
Çend dîmenên êþê li ser rûyê te
Di çavên te yên melûl de
Ez xwe dibînim
Evîndar evîndar
Li cem dostan dikene
Di dil de birîndar
Te got; 'ez ê bisebir im
Ka roja min çi tîne
Xem û kulan hilbigirim
Ku yar zanibe ez kî me'
Ew yara ku te bir û çû
Ne bawer be ku bîne
Evindarê dostê þevan, dest bernade ji xeman
Rojên bi mij derbas dikir, ji bo hesreta dila
Hezkirina wî hindik bû jibîrkirin dirêj
Lê belê, her kes tixtorê evîna xwe
Sebra Azad
Dixwazim ez, ji bo evinê jiyaneke azad
Dixwazim ez, ji bo jiyanê evîneke azad
Dixwazim ez, ji bo jiyanê welatekî azad
De bê sebrê, bê em rûnên
Bêjin derdên xwe
Sebrê tu sebra kê yî hey sebra azad
Gulê tu sebra min î hey sebra azad
Em werin cem hev û em rûnên
Bêjin derdên xwe
Xweþ in evîn, ku ava bibin li ser rastiyê
Geþ in evîn, ku ava bibin li warên azadiyê
Em tev ji bo hezkirinê li nava jiyanê
De bê sebrê, bê em rûnên
Bêjin derdên xwe